Birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê
Hengaw; Çarşemî 8ê Çileya 2025an
Sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navên Mizefer Şahsiwarî, Mihemed Şehîdî û Eşkan Kazimî ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" di dosyeyên cuda de bi darvekirinê hatibûne sizadan li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 7ê Çileya 2025an, sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navên Mizefer Şahsiwarî yê temen 45 salî û xelkê Kirmaşanê, Mihemed Şehîdî yê temen 37 salî û xelkê Kirmaşanê û Eşkan Kazimî yê xelkê navçeya Guwawer a ser bi bajarê Giyelanê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê û ji endamê fermî yê Ertêşê bi tohmeta "kuştina bi qest" li girtîgeha Dîzilavayê hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mizefer Şahsiwarî 4 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê û Mihemed Şehîdî jî 4 sal berî niha bi heman tohmetê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan. Herwiha Eşkan Kazimî jî 4 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest a hevjîna xwe ya bi navê "Şîva Zeferî" û bîrayê xwe û parêzerê havjîna xwe yê bi navê "Perîweş Zeferî" bi çeka rêkxistinî ya (parablom 9 mm) ji ber nakokiyên li ser mareyî û cihêzê, hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina van sê girtiyên Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û nemaze yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.
Pêka belge û amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tenê di hefteya yekem a sala 2025an de herî kêm 10 girtiyên Kurd li girtîgehên Mehabad, Kirmaşan û Qizilhesara Kerecê hatine darvekirin.