Raporek derheq rewşa Ramiyar Mihemedzade li girtîgeha navendî ya Nexedê

22 December 2024 22:21

Hengaw; Yekşemî 22ê Kanûna 2024an

Ramiyar Mihemedzade, welatiyê Kurd ê temen 19 salî û xelkê Serdeştê heyama girtîgeha bi ser de hatî sepandin li girtîgeha navendî ya Nexedê derbas dike. Navbirî sala borî 32 meh sizayê girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ramiya Mihemedzade, ciwanê 19 salî yê rûniştiyê Pîranşarê çaremîn meh ji binçavkirina wî ye di girtîgeha navendî ya Nexedê de.

Ramiyar Mihemedzade berê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê û hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê" bi 32 meh girtîgehê hatibû sizadan. Tohmetên navbirî bi beşdarîkirin li birêvebirina rêûresmên Newroza îsal hatiye diyarkirin.

Ev welatiyê rûniştiyê bajarê Pîranşarê di heftiya yekem a meha Cotmeha îsal de, ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê li bajarê Pîranşarê hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatibû veguhastin.

Ramiyar Mihemedzade roja Duşemî 26ê Adara 2024an, bi êrîşkirina hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala malbatî ya wî û bi awayekî hovane hatibû binçavkirin. Navbirî piştî du meh ji binçavkirinê di dawiyê de li Hezîrana îsal bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê  hatibû  berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin