Efşîn Husênpenahî yê birayê Ramîn Husênpenahî li bajarê Sinê hate girtin
Hengaw; Çarşemî 8ê Çileya 2025an
Efşîn Husênpenahî yê girtiyê siyasî yê berê yê Kurd û ji endamê malbatên dadxwaz û birayê Ramîn Husênpenahî yê girtiyê siyasî ku şeş sal berî niha hate darvekirin, careke din di encama êrîşa hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê de hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 8ê Çileya 2025an, Efşîn Husênpenahî yê temen 33 salî û xîzandar ji aliyê îdareya Îtilaatê ve li cihê karê xwe li bajarê Sinê hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, van hêzan piştî girtina Efşîn Husênpenahî, bi çend trombêlên tijî ji hêz êrîş kirine ser mala navbirî û mala wî vekolîn kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin û çarenivîs û herwiha cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.
Navbirî di maha Gulana 2022an de, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer "Seîdî" bi bê amadebûna navbirî bi salek girtîgehê hatibû sizadan.
Efşîn Husênpenahî, berê di meha Mijdara 2017an de, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş ve bi serokatiya dadwer "Seîdî" bi tohmeta lidarxistina rêûresma Newrozê û hevkarîkirin digel Partiya Komele ya Kurdistana Îranê, 8 sal û 6 meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin, ku 6 sal ji vî sizayê diviya bihatiba birêveçûn.
Navbirî di dawiyê de roja Yekşemî 26ê Nîsana 2020an, piştî derbaskirina nêzî sê sal ji şeş sal girtîgeha xwe, bi awayekî mercdar hatibû efûkirin û ji girtîgehê hatibû berdan.
Ramîn Husênpenahî yê çalakvanê Kurd û birayê biçûktir ê Efşîn Husênpenahî û çalakvanê siyasî yê temen 24 salî yê xelkê gundê "Qiruçey" yê ser bi Dêwulanê sibêbeha roja Şemî 8ê Îlona 2018an, digel Zaniyar û Luqman Muradî du girtiyên din ên siyasî yên Kurd li girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê hatibûne darvekirin û Komara Îslamî ya Îranê heta niha termê wan radestî malbatên wan nekiriye.