Serdeşt; Kolberek bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin
09 January 2025 00:23
Hengaw; Pêncşemî 9ê Çileya 2025an
Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Serdeştê yê bi navê Şahîn Resûl Hesen bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê li bilindahiyên sînorê vî bajarî hate birîndarkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Sêşemî 7ê Çileya 2025an, Şahîn Resûl Hesen, kolberê xelkê gundê “Doletû” yê girêdayî bajarê Serdeştê li encama teqeya rasterast a hêzên ser sînor li bilindahiyên sînorê vî bajarî hate birîndarkirin.
Pêka gotina çavkaniyek agehdar, Şahîn li ser sînorê “Casûsan” ê vî bajarî ji aliyê girdika pêyê xwe yê çepê ve rastî teqeya çeka hêzên hikûmetê hatiye.
Ev kolbere bi sedema kûrahiya birînan bo yek ji navendên pizîşkî yên bajarê Serdeştê hatiye veguhastin.
Source: Hengawê Kurdî