Zahidan; Raporek li ser girtina aliyê kêm 20 hevwelatiyên Belûç ji aliyê hêzên ewehî ve

09 January 2025 11:56

Hengaw; Pêncşemî 9ê Çileya 2025an

Herî kêm 20 hevwelatiyên Belûç ên xelkê devera Nusretava ya ser bi Zahidanê yê girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî tundûtîjî li vî bajarî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin. Egera zêdebûna hejmara van girtiyane heye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 7ê Çileya 2025an, aliyê kêm 20 hevwelatiyên Belûç li encama êrîşa hêzên ewlehî û cilşexsî bo ser navçeya Nusretava ya ser bi Zahidanê hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye; 1- Mîrxan Narûyî yê temen 46 salî 2- Îman Narûyî yê temen 29 salî 3- Mîlad Narûyî yê temen 20 salî 4- Mêhrşad Narûyî yê temen 19 salî 5- Îman Narûyî yê temen 21 salî 6- Mihemed Narûyî yê temen 32 salî 7- Fezil Ehmed Narûyî yê temen 39 salî 8- Ferşîd Narûyî yê temen 28 salî 9- Sefer Narûyî yê temen 35 salî 10- Yasîn Narûyî yê temen 29 salî 11- Mehdî Narûyî yê temen 30 salî 12- Azîn Narûyî yê temen 28 salî, 13- Emînulah Narûyî yê temen 39 salî 14- Muhsên Narûyî yê temen 26 salî 15- Emînulah Narûyî yê temen 41 salî 16- Mûsa Narûyî yê temen 44 salî 17- Mecîd Narûyî yê temen 47 salî 18- Ebdulhekîm Bendûr ê temen 40 salî, 19- Ebdulhemîd Bendûr ê temen 26 salî û Îman Dêhmerde yê temen 19 salî.

Li gorî nûçeya malpera "Halweş"ê, hêzên ewlehî bi dehan trombêlên leşkerî û pilakşexsî hewla dorpêçkirina hin ji taxên vî bajarî dane û êrîş kirine ser malên van hewelatiyan û bi tundûtîjiya fîzîkî û devkî ew binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van hevwelatiyên Belûç li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin