Raporek ji binçavkirina 21 çalakvanên Ereb di heyama rojên borî de
Hengaw; Pêncşemî 9ê Çileya 2025an
Bi girtina 18 çalakvanên Ereb li bajarên Ehwaz û Ramşîrê, hejmara binçavkiriyên Ereb ku di rojên borî de ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin, giha bi 21 kesan
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 8ê Çileya 2025an, li berdewamiya pêla girtina hevwelatiyên Ereb li parêzgeha Xûzistanê, herî kêm 12 hevwelatiyên Ereb yên bi navên Elî Kerûşat, Mihemed Nasirî, Yasîn Sîlawî, Cevad Eferî, Seyîd Fuwad Mûsewî, Elî Sarî, Cevad Heyderî, Cebar Terefî, Mihemed Heyderî, Îsmayîl Heyderî, Riza Heyderî û Eyûb Çênanî li taxên Melaşiye û Şêlengabad ên ser bi bajarê Ehwazê, navenda parêzgeha Xûzistanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.
Hevdem û li gorî nivîsa Saziya Mafê Mirovî ya Karûnê, 3 bira yên bi navên Xalid Emûrî, Elî Emûrî û Mihemed Emûrî li bajarê Ramşîr (Xelîfe) ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatin girtin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, ev kesane bi êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser malên wan û bi bê nîşandana her cure belgeyeke dadwerî hatin girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Roja Duşemî 6ê Çileya 2025an jî, herî kêm du kes ji Erebên Sune mezheb û xelkê taxa Melaşiye ya bajarê Ehwazê yên bi navên Yûnis Xerbawî û Riza Zuheyrî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatin girtin. Ev du hevwelatiyane bi sedema çalakiyên mezhebî hatine girtin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê çarenivîsa wan ber dest nîne.
Herwiha Haşim Mûsewî naskirî bi (Ebû Umer) çalakvanê siyasî yê Ereb û girtiyê siyasî yê berê yê xelkê devera Şeyban a Ehwazê, ji roja Yekşemî 5ê Çileyê ve hatiye girtin û çarenivîsa wî nediyar e. Ev çalakvanê 56 salî di sala 2009an de jî hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 4 sal girtîgehê hatibû sizadan. Navbirî di sala 2013an de piştî bi dawîhanîna heyama sizayê xwe ji girtîgeha Şeyban a Ehwazê hatibû berdan.
Hengawê di heyama rojên borî de, ji girtina 3 çalakvanên din ên Ereb bi navên Seyîd Îsmayîl, Ehlam Bender û Mîlad Behrî ragihandibû.