Girtina çar welatiyên Kurd li bajarê Kamêranê ji aliyê hêzên ewlehî ve

Hengaw; Pêncşemî 27ê Şibata 2025an
Mamoste Mihemedmîrza Rehmanî, Mûsa Tabi`î, Cebar Îbrahîmî û Hêmin Îbrahîmî, welatiyên xelkê bajarê Kamêranê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 26ê Şibata 2025an, Mihemedmîrza Rehmanî yê xelkê gundê “Tirwerêz”, Murteza Tabi`î yê bavê du zarokan û xelkê gundê “Lone Kon” û rûniştiyê bajarê Kamêranê, Cebar Îbrahîmî yê xelkê gundê “Textî Zengî” û rûniştiyê bajarê Kamêranê û bavê sê zarokan û Hêmin Îbrahîmî yê xelkê gundê “Korederel” û rûniştiyê Kamêranê bi bê hebûna ti cure belgeyeke yasayî hatine girtin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî dest danîne ser telefona Cebar Îbrahîmî û xîzana wî.
Mûsa Tabi`î li dema vegerîn ji bazarê û çûn bo mala xwe ya kesî li nêzî pasaja Şaho ya Kamêranê hatiye girtin.
Di vê navberê de, Mamoste Mihemedmîrza Rehmanî, berê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Tawanan a Du ya bajarê Kamêranê ve bi 91 roj girtîgeha sepiyayî hatibû sizadan û ev sizaye bi awayekî fermî bi navbirî re hatibû ragihandin. Ev mamosteyê olî roja Çarşemî 22ê Kanûna 2021an piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê li bajarê Kamêranê hatibû girtin û piştî sê hefteyan bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû azadkirin.
Navbirî bi sedema beşdarîkirin li rêûresma sersaxiya Heyder Qurbanî, girtiyê siyasî yê darvekirî yê Kurd û peyvîna wî di vê rêûresmê de hatibû girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin û cihê ragirtina wan ti zanyariyek serast li ber dest nînin.