Bilindbûna hejmara girtiyên hatine darvekirin li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê giha bi çar kesan
Hengaw; Pêncşemî 9ê Çileya 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Ferman Efrîstem ê xelkê Kirmaşanê ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibû sizadan, li rêkefta 7ê Çileyê, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate birêveçûn. Hengawê berê nûçeya darvekirina sê welatiyên din ên Kurd di heman girtîgehê de belav kiribû.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 7ê Çileya 2025an, sizayê darvekirina Ferman Efrîstem ê xelkê Kirmaşanê, li girtîgeha Dîzilavayê hate birêveçûn.
Ev girtiyê Kurd 4 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.
Hengawê berê nûçeya birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyên din ên Kurd di heman rojê de ên bi navên Mizefer Şahsiwarî yê temen 45 salî û xelkê Kirmaşanê, Mihemed Şehîdî yê temen 37 salî û xelkê Kirmaşanê û Eşkan Kazimî yê xelkê navçeya Guwawer a ser bi bajarê Giyelanê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê û ji endamê fermî yê Ertêşê belav kiribû. Herwiha ev girtiyane jî bi tohmeta "kuştina bi qest" di dosyeyên cuda de bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Nûçeya darvekirina van çar girtiyên Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û nemaze yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.