Jinkujî; Raporek ji kuştina sê jin li bajarên Seqiz, Sine û Kirmaşanê

09 January 2025 19:35

Hengaw; Pêncşemî 9ê Çilya 2025an

Di heyama rojên borî de 3 jinên ciwan ên ji bajarên Seqiz, Sine û Kirmaşanê yên bi navên Kewser Darabî ya qurbaniya zewaca bi zorê, Xezale Hidûdî ya qurbaniya zarok zewacê û Sara Keremî pişt serê hev bi destê hevjîn, kesên nenaskirî û xwazbîniyê xwe bi awayekî hovane hatine kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 1ê Çileya 2025an, Kewser Darabî ya 18 salî û xelka Kirmaşanê, bi sedema teqeya gulle ji aliyê hevjînê xwe ve li derdorê vî bajarî hate kuştin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Kewser Darabî du meh berî niha neçar mabû ku bi vî kesî re bizewice û berî ku were kuştin, ji aliyê wî ve bi tundî rastî lêdan û kutanê hatibû. Hêjayî gotinê ye ku bikuj niha binçavkirî ye.

Herwisa di heyama rojên borî de jinek bi navê Sara Keremî ya xelka Seqizê û dayîka kurek 6 salî, di mala xwe de ji aliyê kesên nenaskirî ve li taxa Beharistana Serê ya ser bi bajarê Seqizê hate kuştin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, qurbanî di piroseya telaqgirtinê de bûye û dema ku di mala xwe de bi tenê maye, hatiye kuştin û li dema peydakirina termê wê di mal de, li dora stûyê wê şûneke şînbûyî û herikîna xwînê ji guhê wê hatiye dîtin.

Herwisa êvareya roja Çarşemî 25ê Kanûna 2024an, Xezale Hidûdî ya 27 salî û dayîka keçeke 11 salî û xelka bajarê Sinê û ji qurbaniya zarok zewacê ji aliyê xwazbîniyê xwe ve li dukana xwe ya cildûrînê ya hilkeftî li navçeya “Nayser” a vî bajarî hatiye şewitandin.

Hêjayî gotinê ye ku, tawanbar bi navê Sîrwan Saidpenah, dema ku Xezale hewl daye pêşiya agirketinê bigire û çeqmaq ji destê wî standiye, bi xwe jî di nava agir de maye û niha di bin çavdêriya pizîşkî de ye. Sedema vê ku kujer tûşê vê tawanê bûye, ev e ku Xezale bersiva nerênî ji bo pêşniyara zewacê pê re daye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin