Raporek ji rewşa Aram Keremî, girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Sinê
Hengaw; Înê 10ê Çileya 2025an
Aram Keremî, girtiyê siyasî yê Kurd ê girtî li girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê, tevî rewşa xirab a laşî û derûnî, hê jî ji mafê mirexesiyê hatiye bêparkirin. Navbirî sêyemîn sal ji girtîgeha bi ser de hatî sepandin derbas dike.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Aram Keremî yê girtiyê siyasî yê temen 35 salî û xelkê bajarê Sinê, ji bo pêregihîştina pizîşkî pêwîstî bi mirexesiya lezgînî heye. Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Aram Keremî, navbirî heta niha 36 meh ji heyama girtîgeha xwe derbas kiriye û niha hewcehî bi pêregihîştina pizîşkî heye.
Ev girtiyê siyasî, berî niha ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Sinê ve, bi tohmeta “hevkarîkirin digel Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)” bi 12 sal girtîgeha sepiyayî (teizîrî) hatibû sizadan. Hêjayî gotinê ye ku, ev sizaye piştî nerazîbûna Aram Keremî, bi 6 sal û 9 mehan hate kêmkirin.
Aram Keremî berê ji bo niştergeriyekê bo pişta xwe, çar mirexesî bi rawestana sizayê xwe wergirtibû, lê ji wê demê ve heya niha ji mafê wergirtina mirexesiyê hatiye bêparkirin. Lipeyketinên malbata vî girtiyê siyasî û serdana wan bo îdareyên peywendîdar ên hikûmetê ji bo agehdarbûn ji rewşa kurê xwe, bê encam maye.
Hêjayî gotinê ye ku, Aram Keremî meha Çileya sala 2021an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata bajarê Sinê ve hatibû binçavkirin û piştî mehek ji girtîgehê maha Şibata heman salê bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin.
Navbirî roja Pêncşemî 16ê Hezîrana sala 2022an, piştî şeş meh binçavkirin bi danîna barimteya 300 Milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hatibû azadkirin û piştî heyamekê ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin, hatibû binçavkirin û carek din bo vê girtîgehê hatibû veguhastin.