Nexede; Mihemed Emînîfer, 29 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin
Hengaw; Înê 10ê Çileya 2025an
Mihemed Emînîfer (Cuxur), welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Nexedê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi 29 meh girtîgehê hate sizadan. Navbirî Zivistana sala borî hatibû girtin û piştî midehekê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî hatibû berdan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mihemed Emînîfer ê temen 40 salî û xelkê gundê "Elîyava" yê ser bi bajarê Nexedê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi serokatiya dadwer "Secad Dostî" bi tohmeta "endametî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de û propagendekirin li dijî hikûmetê" bi giştî 29 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Mihemed Emînîfer, roja Duşemî 1ê Çileya 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li mala xwe ya li gundê "Elîyava" bi awayekî hovane hatibû girtin û bo girtîgeheke ewlehî ya îdareya Îtilaatê li Urmiyê hatibû veguhastin. Navbirî piştî midehekê bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Nexedê hatibû berdan.
Hêjayî gotinê ye ku, Mihemed Emînîfer di heyama girtina xwe de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û mafê hevdîtin bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.