Raporek derheq berdewamiya girtin û nexuybûna çarenivîsa Ekber Baqirî yê girtiyê siyasî yê berê yê Kurd

10 January 2025 18:35

Hengaw; Înê 10ê Çileya 2025an

Ekber Baqirî, welatiyê Kurd û girtiyê siyasî yê berê û xelkê Kirmaşanê, du meh berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Tehranê hatiye girtin û bo benda 209 a girtîgeha Êvînê hatiye veguhastin û heta niha ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna du meh ji binçavkirina Ekber Baqirî yê girtiyê siyasî yê berê û xelkê Kirmaşanê, heta niha ti zanyariyek derheq çarenivîs û rewşa wî li ber dest nîne û lipeyketinên malbata navbirî di vê derbarê de bê encam maye.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Ekber Baqirî roja Yekşemî 10ê Mijdara 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî li Tehranê hatibû girtin û bo odeya takekesî ya benda 209 hatibû veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Baqirî, Ekber Baqirî ji dema girtinê ve heya niha ti pêwendiyeke telefonî bi malbata xwe re nebûye û lipeyketinên berdewam ên malbata wî ji Dezgehên Dadwerî û saziyên ewlehî bo agehdarbûn ji rewşa navbirî bê encama maye. Ekber nexweşiyên hemoglobîna xwînê, rêvî, kezeb û hemoroîdê heye û bê agahî ji rewşa tendirustiya wî bûye sedema dilgiraniya malabat navbirî.

Ekber Baqirî berê di sala 2017an de, ji aliyê hêzên ewleî ve li bajarê Tehranê hatibû girtin û bo girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin. Navbirî di Havîna 2018an de ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer "Selewatî" bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê û kombûn û lihevkirin" 9 sal sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin. Ev sizaye di dawiyê de li Dadgeha Pêdeçûnê wekî xwe hatibû pejirandin.

Ev girtiyê siyasî piştî bûyerên di girtîgeha Êvînê de, li Cotmeha 2022an digel hejmark ji girtiyan bo girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê hatibû veguhastin û di dawiyê de li 8ê Gulana 2023an, piştî ku hatibû efûkirin ji girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Ekber Baqirî hunrmendê Xweşnivîsiyê ye û tenê serperestê malê û bavê keçeke 14 salî ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepanin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin