Hejmara welatiyên hatine girtin li bajarê Serpêla Zehawê giha bi 11 kesan
Hengaw; Duşemî 23ê Kanûna 2024an
Sê welatiyên din ên Kurd ên bi navê Dana Ehmedî, Pûya Dilco û Yûsif Rencber li bajarê Serpêla Zehawê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin. Hejmara welatiyên hatine girtin li vî bajarî diha bi 11 kesan. Ev sê welatiyane digel 8 welatiyên dinê ji ber weşana hin majaran di nav torên civakî de piştî herifîna hikûmeta Beşar Esed hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja 15ê Kanûna 2024an, Dana Ehmedî, Pûya Dilco û Yûsif Rencber, ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve li Serpêla Zehawê hatine girtin.
Hevdem, Kawe Sohrabî, Umîd Salihî yê 17 salî, Aymen Sefayî yê 21 salî, Komar Salihî yê 23 salî, Hêmin Palanî yê 25 salî, Îrfan Muradî yê 25 salî, Xalid Kemerî yê 27 salî û Peyam Rencber yê 27 salî, di heman rojê de û li meşa êrîşa hêzên Îtilaata Spahê li ser mala malbatî ya wî bi awayekî tundûtîjî hatibû girtin.
Ev welatiyane ji ber “weşana hin mijaran di nav torên civakî de û bi nîşandana kêfxweşiya xwe ji herifîna hikûmeta Beşar Esed û piştevanîkirin ji Colanî” hatine girtin.
Nûçegihaniya hikûmetî ya “Fars”, bi bê îşarekirin bi nasnameya van kesan, li gorî serdozgerê Serpêla Zehawê ji binçavkirina endamên toreke tundajo ji aliyê Îtilaata Spahê ve ragihandiye.