Raporek derheq binçavkirina heşt welatiyên Kurd li bajarên Serpêla Zehaw û Kirmaşanê

10 January 2025 23:55

Hengaw; Înê 10ê Çileya 2025an

Di berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd û Sune mezheb de, li bajarê Kirmaşanê herî kêm heşt welatiyên Kurd ên xelkê Serpêla Zehawê yên bi navên Hamid Elyasî, Yûsif Elyasî, Umer Babayî, Mihemed Ezîzî, Armîn Muradî, Mihemed Yûsifî, Komar Nadirî û Yûsif Neyrîzî ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 6ê Çileya 2025an, hêzên Îtilaata Spahê li Kirmaşanê, di şeqameke vî bajarî de sê welatiyên Kurd ên Sune Mezheb û xelkê Serpêla Zehawê yên bi navên Mihemed Ezîzî, Mihemed Yûsifî û Armîn Muradî binçav kirine.

Hevdem û li bajarê Serpêla Zehawê, hêzên Îtilaata Spahê êrîş kirine ser mala çendîn welatiyên Kurd û aliyê kêm pênc welatiyên Sune mezheb ên bi navên Hamid Elyasî, Yûsif Elyasî, Umer Babayî, Komar Nadirî û Yûsif Neyrîzî bi awayekî tundûtîjî binçav kirine.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev kesane bo girtîgeha Spaha Nebî Ekrem a bajarê Kirmaşanê hatine veguhastin û bi rêya pêweniyeke kurt a telefonî ve malbatên xwe ji girtina xwe agehdar kirine.

Di meha Kanûna 2024an de jî, herî kêm 19 çalakvanên Kurd ên Sune mezheb û xelkê bajarên Ciwanro, Pawe û Serpêla Zehawê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin û tenê yek ji wan  hatiye  berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin