Dîwandere; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Bêhzad Biraxasî ji aliyê hêzên ewlehî ve

11 January 2025 11:39

Hengaw; Şemî 11ê Çileya 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Dîwanderê yê bi navê Bêhzad Biraxasî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatiye girtin û bi derbasbûna sê roj ji binçavkirinê hê jî çarenivîsa wî nexuya ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 9ê Çileya 2025an, Bêhzad Biraxasî yê temen 28 salî û xelkê bajarê Dîwanderê, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ev welatiyê Kurd dema ku vedigeriya mala xwe û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin