Girtina Jiyan Mîrî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Sinê

12 January 2025 12:07

Hengaw; Yekşemî 12ê Çileya 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Sinê yê bi navê Jiyan Mîrî, çalakvanê warê jîngehparêzî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 11ê Çileya 2025an, Jiyan Mîrî yê xelkê gundê "Tengîser" ê ser bi bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Jiyan Mîrî li taxa "Mesnaw" a ser bi bajarê Sinê û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin.

Ev çalakvanê jîngehparêzî, heta niha çendîn caran ji ber çalakiyên xwe ji aliyê saziyên ewlehî ve hatiye gazîkirin û binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera Jiyan Mîrî li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin