Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Melek Ferecbeygî, çalakvana medenî ya xelka Bokanê

Hengaw; Duşemî 7ê Tîrmehê 2025an
Melek Ferecbeygî, çalakvana sivîl û jîngehparêz a xelka Bokanê, di dawiya hefteya borî de ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî tundûtîjî hatiye girtin û çarenivîsa wê nadiyar e.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 1ê Tîrmeha 2025, Melek Ferecbeygî ya 43 salî û xelka bajarê Bokanê û dayîka keçek 21 salî hate girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li Urmiyê hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, nêzî 20 kes ji hêzên îdareya Îtilaatê deriyê mala Melek Ferecbeygî şikandine û bi awayekî hovane û tirsandinê navbirî binçav kirine.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, van hêzan dest danîne ser hin ji kelûpelên kesî yên Melek Ferecbeygî û herwiha yên endamên malbata vê çalakvana medenî.
Melek Ferecbeygî ku serpereştyara diya xwe ya bi temen e jî, ji roja girtinê ve heta niha ti pêwendiyek bi malbat û xizmên xwe re nebûye.
Heta niha ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vê welatiya Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne