Merîwan; Karo Elîdad ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

24 January 2025 23:37

Hengaw; Înê 24ê Çileya 2025an

Karo Elîdad ji çalakvanê medenî û jîngehparêzî yê xelkê Merîwanê roja Çarşemî hevdem digel grevgirtina giştî li Kurdistanê bi mebesta nîşandana nerazîbûnê li hember sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî, hate girtin û çarenivîsa wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 22ê Çileya 2025an, hêzên îdareya Îtilaatê bi êrîşkirin bo ser cihê karê Karo Elîdad ê temen 21 salî û navbirî bi awayekî tundûtîjî binçav kirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî Karo Elîdad li nêzî cihê karê wî li pasaja Mewlewî ya Merîwanê binçav kirine û bo cihekî nexuya veguhastine.

Hêjayî gotinê ye ku, Karo Elîdad li meha Çileya 2021an jî, careke din ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve  hatibû  girtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin