Raporek ji girtin û nexuyabûna çarenivîsa du çalakvanên jîngehparêzî li Mehabadê

27 January 2025 19:19

 Hengaw; Duşemî 27ê Çileya 2025an

Du çalakvanên jîngehparêz ên Kurd û xelkê bajarê Melabadê yên bi navên Zagros Resûlî û Mihemed Remezanî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî bi awayekî hovane hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin û heta niha ti zanyariyek li derheq çarenivîsa wan li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 26ê Çileya 2025an, Mihemed Remezanî yê çiyager û çalakvanê jîngehparêz yê temen 30 salî û xelkê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve di mala xwe de bi bê ti cure belgeyeke yasayî û bi lêdan û kutanek zêde hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, nêzî deh trombêl ji hêzên îdareya Îtilaatê êrîş kirine ser mala vî welatiyê Kurd û bi lêdan û kutanek zêde binçav kirine.

Herwisa û di heman rojê de, Zagros Resûlî yê temen 31 salî û çalakvanê din ê jîngehparêzî û xelkê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li cihê karê xwe hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbatên van du welatiyên Kurd li derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa wan heta niha bê encam maye û saziyên pêwendîdar di vê derbarê de xwe ji dana her cure bersivekê parastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û herwisa tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û cihê ragirtina van welatiyên Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin