Sine; Hejmara girtiyên pêwendîdar bi birêvebirina "Kempeyna Zagrosane" li Qelaya Hesenava gihîşte sê kesan
Hengaw; Yekşemî 28ê Kanûna 2025an
Li berdewamiya binçavkirina welatî û çalakvanên jîngehparêzî yên Kurd piştî birêvebirina rêûresmên naskirî bi "Kempeyna Zagrosane", Sebah Salihî û Sabîr Salihî du welatiyên Kurd û xelkê bajarê Sineyê ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatine binçavkirin. Bi vî awayî hejmara girtiyan li Sineyê gihîşte sê kesan.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 27ê Kanûna 2025an, Sebah Salihî û Sabîr Salihî, du welatiyên xelkê bajarê Sineyê li vî bajarî hatine binçavkirin.
Hengawê berê ragihandibû ku, Ramîn Salihî, çalakvanê jîngehparêzî yê 39 salî û kurmamê Sebah Salihî ji ber beşdarbûn di vê rêûresmê de li cihê karê xwe bêyî nîşandana ti belgeyeke dadwerî hatiye binçavkirin.
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, binçavkirina van welatiyane ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve û li encama beşdarbûn di rêûresma Kempeyna Zagrosane de qewimiye ku du roj berî niha li Qelaya Hesenavaya Sineyê hate birêveçûn.
"Kempeyna Zagrosane" pilaneke salane di warê jîngehparêzî de ye ku ji aliyê encumenên nehikûmî yên wek Encumena Sewz a Çiya bi armanca agehdarkirina giştî ya xelkê û pêşxistina çanda parastina jîngeha Zagrosê wek nîşaneya bertekê li hember gefên berfireh bo ser jîngehê wek agirpêketinên bi qest, guhertina şêwaza bikaranîna zeviyên daristanan, zêdebûna kanan, çêkirina bendavan û bikaranîna nedirust ji çavkaniyên sirûştî, bi beşdariya xwebexş a xelkê bi rê ve diçe.
Her di vê derheqê de, berê roja Sêşemî 23ê Kanûna 2025an, Şêrko Kanî Sananî, wênegir û çalakvanê jîngehparêzî yê xelkê Merîwanê û ji endamên Encumena Jîngehparêzî ya "Sewz a Çiya" piştî veger ji "Kempeyna Zagrosane" ku li gundê "Nê" yê ser bi bajarê Merîwanê bi rê ve çûbû, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatibû binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyeke hûr ji sedemên binçavkirin, tohmetên ku li dijî van welatiyane hatinî sepandin û çarenivîs û cihê ragirtina wan li ber dest nîne.