Girtina heft welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Pîranşarê

21 January 2025 13:39

Hengaw; Sêşemî 21ê Çileya 2025an

Heft welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Pîranşarê yên bi navên Ferdîn Mehmûdî, Nêimet Ehmdnijad, Murad Ostiwar, Mihemed Sohrabî, Hîwa Şoca`î, Enwer Îbrahîmî û Cêgir Mucahidî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin. Di vê navberê de Hîwa Şoca`î û Mihemed Sohrabî di tevgera Jin Jiyan Azadî de jî hatibûne girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 20ê Çileya 2025an, Cêgir Muhacir yê 25 salî û xelkê gundê “Alwetan” ê ser bi Serdeştê û rûniştiyê bajarê Pîranşarê, Nêimet Ehmednijad yê 37 salî û xelkê gundê “Likbin”, Murad Ostiwar yê 45 salî û xelkê “Peswê”, Enwer Îbrahîmî yê 37 salî û xelkê gundê “Kone Lacan”, Hîwa Şoca`î yê 34 salî, Ferdîn Mehmûdî yê 30 salî û Mihemed Soharbî yê temen 31 salî û xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Ferdîn Mehmûdî, çalakvanê medenî û jîngehparêzî û Hîwa Şoca`î û Mihemed Sohrabî, du kes ji binçavkiriyên tevgera Jin Jiyan Azadî li cihê karê xwe hatine girtin û kêmek piştre, malên wan rastî vekolînan hatine. Welatiyên dinê jî, di malên xwe de hatine girtin.

Mihemed Sohrabî û Hîwa Şoca`î berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve her yek ji wan bi 16 meh girtîgeha sepiyayî û salek dûsrxistinê hatibûne sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku lipeyketinên berdewam ên malbatên van welatiyên Kurd ji bo agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa wan, bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van heft welatiyên Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin