Sine; Celala Xudamuradî ji çalakvanê jîngehparêzî ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve hate girtin

27 June 2025 20:09

Hengaw; Înê 27ê Hezîrana 2025an

Celal Xudamuradî, çalakvanê sivîl û jîngehparêzî yê xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 2ê sibêdeha roja Înê 27ê Hezîrana 2025an, Celal Xudamuradî, rûniştiyê "Hesenava"a Sine, çalakvanê jîngehparêz û endamê Koma Çiyageriya Hesenava, li meşa êrîşa hêzên Îtilaata Spahê bo ser mala wî, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Celal Xudamuradî, ev welatiyê Kurd bi awayekî tundûtîjî û bi lêdan û kutanê hatiye binçavkirin, û van hêzan dest danîne ser hin kelûpelên elektronî yên wî wekî telefon û mêmoriya kamêraya wî.

Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiyê Kurd berê jî roja Înê 22ê Adara 2024an, û herwiha di meha Adara sala 2018an de, ji ber beşdarîkirin di rêûresma Newroza Kurdistanê de hatibû girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin