Seqiz; Mihemed Elî Weysî, çalakvanê jîngehparêzî hate girtin
Hengaw; Duşemî 10ê Mijdara 2025an
Mihemed Elî Weysî (Rojhihlat), çalakvanekî jîngehparêzî yê Kurd û xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 9ê Mijdara 2025an, Mihemed Elî Weysî yê temen 30 salî û xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Mihemed Elî Weysî, ev welatiye li dikana mekanîkê ya cihê karê xwe hatiye binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.
Mihemed Elî Weysî berî niha jî, ji ber çalakiyên xwe ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye gazîkirin û girtin.