Dîwandere; Sizayê 20 meh girtîgeh bi ser Ferîd Badîdest de hate sepandin

12 January 2025 16:21

Hengaw; Yekşemî 12ê Çileya 2025an

Ferîd Badîdest, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Dîwandere, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve sizayê 20 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin. Navbirî dawiya Bihara îsal ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di wê dawiyê de Ferîd Badîdest yê xelkê Dîwandere, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê û hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberê hikûmetê” li ser hev sizayê 20 meh girtîgeha sepiyayî “teizîrî” bi ser de hate sepandin û ev sizaye bi fermî jê re hatiye ragihandin.

Ferîd Badîdest, roja Çarşemî 12ê Hezîrana 2024an, li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî, bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî bi awayekî tundûtîjî hatibû girtin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin.

Navbirî piştî çend meh binçavkirin bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan. Hêjayî gotinê ye ku, navbirî di dema binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin