Raporek ji dawî rewşa sê girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgeha navendî ya Banê

12 January 2025 17:57

Hengaw; Yekşemî 12ê Çileya 2025an

Sê girtiyên siyasî yên Kurd ên xelkê bajarê Banê yên bi navên Mihemed Kerîmî, Basit Kerîmî û Mihemed Feyzî ku ji 1723 rojên borî ve di girtîgehê de binçavkirî ne, mehek berî niha ji girtîgeha navendî ya Sinê bo girtîgeha navendî ya Banê hatine veguhastin û heta niha ji mafê azadiya demkî (mirexesî) hatine bêparkirin. Ev sê girtiyane digel Yûsif Ehmedî, girtiyê din ê hevdosyeyê wan di heyama girtina xwe de ji sereketirîn mafên xwe hatine bêparkirin û rastî îşkenceyên fîzîkî û derûnî hatine.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mihemed Kerîmî yê temen 34 salî, Basit Kerîmî yê temen 33 salî û Mihemed Feyzî yê 34 salî û hemû xelkê bajarê Banê û bi tohmeta "beşdarîkirin di şer de" ku 4 sal û 8 meh û 17 rojên borî bi vê tohmetê di girtîgehê de derbas kirine, mehek berî niha ji girtîgeha navendî ya Sinê bo girtîgeha Banê hatine veguhastin û heta niha ji mafê azadiya demkî (mirexesî) hatine bêparkirin.

Mihemed Kerîmî li meha Îlona 2023an, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer "Seîdî" bi tohmeta "beşdarîkirin di şer (bexî) de" bi 25 sal girtîgeh û Basit Kerîmî û Mihemed Feyzî bi heman tohmetê bi 20 sal girtîgehê û bi giştî 65 sal sizayê girtîgeh bi ser wan de hatibû sepandin.

Yûsif Ehmedî, girtiyê dinê yê siyasî bi tohmeta "bexî" bi rêya endametî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de bi îdamê hatibû sizadan. Ev sizaye di Zivistana sala borî de ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind a Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû piştrastkirin û 3ê Îlona heman salê bi wan re hatibû ragihandin.

Ev sê girtiyane roja Şemî 25ê Nîsana 2020an û Yûsif Ehmedî roja Yekşemî 26ê Nîsanê, ji aliyê hêzên hikûmetê ve bi awayekî tundûtîjî û bi lêdan û kutanê hatibûne girtin û piştî derbaskirina heyameke dirêj ji binçavkirinê ji girtîgeha îdareya Îtilaata Sinê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibûne veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku, dosyesazî û derçûna sizayên giran li dijî van çar girtiyên siyasî bi tevahî li jêr îşkenceyên fîzîkî û derûnî û herwisa nebûna sereketirîn mafên wan ên wekî mafê destpêregihîştin bi parêzer bûye. Ev welatiyên Kurd di heyama girtin û qonaxên dadgehê de ji mafê berevanîkirin ji xwe hatibûne bêparkirin û sizayê hatî dayînê tenê bi berçavgirtina nêrînên saziyên  ewlehî  bûye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin