Yûnis Suheylbeygî, girtiyê Kurd li girtîgeha navendî ya Îlamê dawî bi jiyana xwe anî

05 August 2025 10:40
Hengaw; Sêşemî 5ê Tebaxa 2025an
Girtiyekî xelkê Îlamê yê bi navê Yûnis Suheylbeygî ji ber sedemeke nexuya li girtîgeha navendî ya vî bajarî hewla xwukujiyê da û dawî bi jiyana xwe anî.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 3ê Tebaxa 2025an, Yûnis Suheylbeygî, girtiyê xelkê Heft Kanî yê ser bi bajarê Îlamê dawî bi jiyana xwe anî.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Yûnis Suheylbeygî berê bi tawanên giştî hatibû girtin û piştî ku bi girtîgehê hatibû sizadan, bo girtîgeha Îlamê hatibû veguhastin.
Heta niha sedema sereke ya xwekuştina Yûnis Suheylbeygî diyar nîne. Termê vî girtiyê han roja Duşemî li gundê Heft Kaniyê bi axê hate sipartin.
Source: Hengawê Kurdî