Mihemedriza Keremî, yek ji birîndarên xwenîşandanên Melekşahiyê jiyana xwe ji dest da

06 January 2026 14:14

Hengaw, Sêşemî 6ê Çileya 2026an

Mihemedriza Keremî, welatiyê Kurd û xelkê Melekşahî yê ser bi Îlamê, ku çar roj berî niha bi teqeya rasterast a hêzên Komara Îslamî ya Îranê hatibû birîndarkirin, di dawiyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Duşemî 5ê Çileya 2026an, Mihemedriza Keremî, ciwanê xelkê Melekşahiyê ku li encama teqeya rasterast a hêzên hikûmetî di dema xwenîşandanên girseyî de li vî bajarî birîndar bibû, li nexweşxaneya Xumeynî ya vî bajarî jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku ew ciwanê Kurd 16 salî ye, lê ev yeka heta niha ji bo Hengawê nehatiye piştrastkirin.

Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, ev ciwanê Kurd roja Şemî 3ê Çileya 2026an di dema xwenîşandanên girseyî de li bajarê Melekşahiyê kete ber teqeya hêzên hikûmetî û li encama lêketina sê guleyan li kêleka wî, bi rewşeke giran a tendirustiyê li nexweşxaneyê di bin çavdêriya hûr de hatibû razandin.

Roja Şemê 3ê Bçileya 2026an, hevdem digel xwenîşandanên girseyî li bajarê Melekşahiyê, hêzên serkutker ên hikûmetî bi bikaranîna tundûtîjî û teqeya rasterast li xwenîşanderan, dest bi serkutkirina xelkê kirin ku di encamê de hejmarek welatî hatine kuştin û bi dehan kesên dinê jî birîndar bûn.

Piştî veguhastina birîndaran bo nexweşxaneya "Xumeynî" ya Îlamê, hêzên hikûmetê bi armanca revandina hejmarek ji birîndarên razandî, êrîşî ser wê navenda dermanî kirin ku ev kiryare rastî berxwedana kesûkarên birîndaran û hejmarek ji fermanberên dermanî hat û di dawiyê de hêzên serkutker bi bikaranîna tundûtîjiyê derbasî hewşa nexweşxaneyê bûn û li nava nexweşxaneyê gaza rondikrêj bikar anîn.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin