Kirmaşan; Rapora Hengawê derbarê kuştina Emîrelî Heyderî yê 17 salî

12 January 2026 19:42

Hengaw, Duşemî 12ê Çileya 2026an

Emîrelî Heyderî, zarokê 17 salî yê Kurd û xelkê Kirmaşanê, di encama nerazîbûnên vê dawiyê yên vî bajarî de bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên hikûmetî hate kuştin. Navendên hikûmetî malbata vî zarokî xistine bin zextê da ku mirina navbirî wekî ketin ji bilindahiyê ve nîşan bidin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Emîrelî Heyderî Ceiferabadî yê 17 salî û xelkê Kirmaşanê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar û nêzîkî malbata Emîrelî Heyderabadî, navbirî li şeqama Kaşanî ya şehreka Îlahiye ya Kirmaşanê bi çeka Kelaşînkofê hatiye armanckirin û gule li nêzî dilê wî ketiye û di cih de canê xwe ji dest daye.

Vê çavkaniyê destnîşan kiriye ku, navendên hikûmî termê Emîrelî Heyderî Ceiferabadî piştî wergirtina yek mîlyar Tumenî radestî malbata wî kirine û yek ji beşdaran di rêûresma biaxsipartina wî de li goristana gundê “Tuwelî” piştî gotina dirûşmên nerazîbûnê, ji aliyê hêzên hikûmetî ve bi tundûtîjî hatiye binçavkirin.

Herwiha di belgeya mirinê ya Pizîşka Yasayî de derbarê sedema mirina vî zarokî, ti îşareyek bi teqeya fîşekê nehatiye kirin û di raporê de hatiye gotin ku ji ber ketina ji bilindahiyê ve canê xwe ji dest daye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin