Rapora Hengawê li ser Kuştina Rêbîn Muradî yê zarokê 17 salî yê Kurd bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî li Tehranê

13 January 2026 16:47

Hengaw; Sêşemî 13ê Çileya 2026an

Rêbîn Muradî, xwendekarê temen 17 salî û endamê Lîga Topa Pê ya nûciwanan a Tehranê û xelkê bajarê Selasa Bawecanî yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê û rûniştiyê bajarê Tehranê di meşa xwenîşandanên vî bajarî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin. Malbata navbirî piştî çar rojan bê agehî, di dawiyê de hatine agehdaririn ku kurê wan di meşa xwenîşandanan de hatiye kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Rêbîn Muradî yê xwendekarê 17 salî û xelkê Selasa Bawecanî û rûniştiyê bajarê Tehranê, lîstikvanê tîma nûciwanan a Saypayê di dema xwenîşandanên Tehranê de hate kuştin.

Çavkaniyek agehdar ji Hengawê re ragihand ku, malabta Rêbîn Muradî piştî çar rojan bê agehdarbûn ji rewşa wî, di dawiyê de îro hatine agehdarkirin ku ew di xwenîşandanên giştî yên Tehranê de ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatiye kuştin.

Vê çavkaniyê herwiha daye zanîn ku, malbata wî heta niha termê wî wernegirtiye.

Rêbîn Muradî, lîstikvanê Topa Pê ya nûciwan û endamê tîma ciwanan a Saypayê di Lîga nûciwanan a Tehranê de çalak bû ku di lîstikên lîgê de ji bo tîma Saypayê gol kiribû û bi asata xwe ya berbiçav wekî yek ji jêhatiyên Topa Pê a nûciwanên Tehranê dihate nasîn. Navbirî berî ku tevlî tîma Saypayê bibe, ew di tîmên din ên nûciwanan de ji wan tîma nûciwanan a "Parsiyan Ciwan Îlya Nûwîn"ê çalak bû û di pêşbirkên fermî yên lîjneya Topa Pê ya parêzgeha Tehranê de lîstibû ku eva jî pêşîneya wî di warê Topa Pê ya nûciwanan de nîşan dide.

Ji bilî Topa Pê, Rêbîn Muradî qehremanê avjeniyê di koma temenê xwe de bûye û di warên werzîşî yên dinê de jî, ji wan guleştê jî çalak bûye ku nîşan dide ku ew xwedî şiyan û jêhatîbûna wî ya piralî di warê werzîşên bingehîn de ye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin