Kerec; Ejder Pîrî, lêkolîner û sernivîserê kovara navnetewî ya Lêkolînên Neteweyan bi girtîgehê hate sizadan

13 January 2025 15:38

Hengaw; Duşemî  13ê Çileya 2025an 

Ejder Pîrî yê lêkolerê Kurd ê xelkê Urmiyê û sernivîserê kovara navnetewî ya “Lêkolînên Netewan”, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgeh û sizayên tevawker hate sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Ejder Pîrî yê temen 36 salî û sernivîserê kovara navnetewî ya Lêkolînên Netewan ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Kerecê ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" salek sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derbarê de ji Hengawê re ragihandiye, Ejder Pîrî ji bilî ku sizayê salek girtîgeh bi ser de hatiye sepandin, herwiha wek sizayê tevawker du sal qedexya çalakîkirin di nav torên civakî de jî bi ser de hatiye sepandin.

Hêzên îdareya Îtilaatê roja Duşemî 21 Cotmeha 2024an, bi êrîşkirin bo ser mala Ejder Pîrî li bajarê Kerecê, ev lêkolîner Kurd binçav kiribûn.

Hengawê berê ragihandibû ku, hêzên îdareya Îtilaatê tevî girtina Ejder Pîrî, mala wî vekolîn kirine û dest danîne ser kelûpelên elekteronî yên wî wekî telefon û leptap. 

Ev lêkolînerê Kurd di dawiyê de piştî 26 roj ji binçavkirinê, li rêkefta 15ê Mijdara 2024an bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî û bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê  hatibû  berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin