Pîranşar; Îsmayîl Silêmanî bi deh meh girtîgehê hate sizadan

13 January 2025 18:10

Hengaw; Duşemî 13ê Çileya 2025an

Îsmayîl Silêmanî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve deh meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin û di vê dawiyê de bo birêvebirina sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hatiye gazîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Îsmayîl Silêmanî yê welatiyê temen 39 salî û xelkê bajarê Pîranşarê, ji bo birêveirina 10 meh sziayê bi ser de hatî sepandin bo Taya 1 a Birêveberiya Sizayan a Dozgeriya Giştî û Şoreş a Pîranşarê hatiye gazîkirin.

Li gor belgeyekê ku gihîştiye destê Hengawê, Îsmayîl Silêmanî li rêkefta 10ê Cotmeha 2024an, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya Du ya bajarê Pîranşarê ve bi serokatiya dadwer "Hamid Peyamenî" bi tohmeta “propagendekirin li dijî Komara Îslamî ya Îranê" deh meh sizayê girtîgehê bi ser de hatiye sepandin. Mînaka tohmetên navbirî şandina wêneyan ji bo kanalên Telegramî hatiye diyarkirin.

Hêjayî gitinê ye ku, sizayê hatî dayînê li rêkefta 14ê Mijdara 2024an, ji aliyê Taya 23 a Dadgeha Pêdeçûnê ya parêzgeha Urmiyê ve wekî xwe hatiye pejirandin û ev welatiyê Kurd di heyama rojên bê de divê ji bo birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin, xwe bi navendên dadwerî bide nasandin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Îsmayîl Silêmanî di Tîrmeha 2024an de, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li bajarê Pîranşarê hatibû girtin û piştre bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê  hatibû  berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin