Maşalah Keremî yê endamê malbatên dadxwaz bi 6 sal girtîgehê hate sizadan

22 May 2024 17:13

Hengaw; Çarşemî 22ê Gulana 2024an

Maşalah Keremî, bavê Mihemedmehdî (Komar) yek ji canjidestdayiyên tevgera Jin Jiyan Azadî, ku heyama 9 meh e di girtîgehê de ye, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 6 sal girtîgehê hate sizadan.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Maşalah Keremî yê rûniştiyê bajarê Kerecê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Kerecê ve bi tohmeta “kombûn û lihevkirin li dijî ewlehiya navxwe” bi 5 sal girtîgehê û “hewldan li dijî ewlehiya netewî” bi salek girtîgehê hatiye sizadan.

Li gorî zanyariyan, dewletê dest daniye ser milk, mal, trombêl û hemû dahata vê malbatê; navbirî di Dadgeha Keyferî ya 2 a Nezeravayê de bi tohmetên “bidestanîna dahata neyasayî” rû bi rû bibû.

Maşalah Keremî roja 22ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û ji bo girtîgeha navendî ya Kerecê hatibû veguhastin.

Mihemedmehdî Keremî yê ciwanê 21 salî yê Kurd û xelkê Bîcarê digel Mihemed Husênî bi tohmeta kuştina Ruhulah Ecemiyan yê endamê Besîc bi îdamê hatibûne sizadan û piştî îşkenceyên dijwar roja 7ê Çileya 2023an hatibû darvekirin; du ciwanên hanê di dema tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibûne girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin