Sizayê darvekirina Hemîd Husênnijad Heyderanlû yê girtiyê siyasî yê Kurd hate piştrastkirin

29 March 2025 15:18

Hengaw; Şemî 29ê Adara 2025an

Sizayê darvekirina Hemîd Husênnijad Heyderanlû, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê Çaldiranê û girtî li girtîgeha navendî ya Urmiyê ji aliyê Dîwana Bilind a Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate piştrastkirin. Navbirî berê bi tohmeta “bexî” bi darvekirinê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sizayê darvekirkna Hemdî Husênnizad Heyderanlû yê girtiyê siyasî yê temen 40 salî yê Kurd û xelkê gundê “Segrîk” ê ser bi Çaldiranê ku 716 roj in di girtîgehê de ye, ji aliyê Taya 9 a Dîwana Bilind hate piştrastkirin.

Li gorî çavkniyeke agehdar, ev sizaye roja Çarşemî 26ê Adara 2025an, bi awayekî fermî bi Hemdî Husênnizad Heyderanlû re li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatiye ragihandin.

Hemdî Husênnijad Heyderanlû, li destpêka Tîrmeha 2024an, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer “Necefzade” bi tohmeta “bexî” ji rêya endametî di Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de bi bê hebûna belgeyên pêwîst û tenê bi “zanista dadgehê” di dadgeheke çend xulekî de bi darvekirinê hatibû sizadan.

Lê piştre li meha Tebaxa 2024an, dosyeya “Hemîd Husênnijad Heyderanlû” ji ber nerazîbûna vî girtiyê siyasî bo Dîwana Bilind a Komara Îslamî ya Îranê hatibû şandin.

Hengawê berê ragihandibû ku, ev girtiyê siyasî di heyama binçavkirinê de û heta li dema birêveçûna kombûna dadgehê jî, ji mafê destpêregihîştin bi parêzerê diyarîkirî hatibû bêparkirin. 

Hemîd Husênnijad Heyderanlû 11 meh û 10 roj  di heyama girtina xwe de di bin zextên derûnî û fizîkî de li girtîgeha Îtilaata Urmiyê bûye û ji mafên xwe yên bingehîn yên wekî serdankirina malbatê bê par bûye û tenê du caran pêwendiya telefonî hebûye.

Navbirî di bin îşkenceyên giran de neçar mabû ku li dijî xwe îtirafa bi zorê bike ku beşdariya çalakane ya çekdarî li dijî hêzên hêzên sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê hebûye û herî kêm 8 kes ji van hêzan hatine kuştin.

Dadgehê di bin givaşa îdareya Îtilaatê de îdia kiriye ku “Mistefa Nûrî” birayê hevjîna Hemîd Husênnijad Heyderanlû sala 2015an di dema kolberiyê de bi teqeya hêzên hikûmetî hatiye kuştin, û navbirî jî bi hênceta “tolhildanê” li dijî hêzên Komara Îslamî ya Îranê operasiyon encam daye.

Hemîd Husênnijad Heyderanlû roja Pêncşemî 13ê Nîsana 2023an, li ser sînorê Çaldiranê ji aliyê hêzên sînorî yên hikûmetê ve digel çend Efxaniyan hatibû girtin û bo yek ji girtîgehên ewlehî li Çaldiranê hatibû veguhastin. Ji wir jî bi sedema biryara girtinê ji aliyê Wezareta Îtilaatê ve daxwaza berdana wî bi barimteyê hatibû redkirin û bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li bajarê Urmiyê hatibû veguhestin.

Ev welatiyê Kurd di dawiyê de li navîn meha Şibata 2024an, ji girtîgeha îdareya Îtilaatê li Urmiyê bo benda 2 a girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin û heta niha di vê  bendê  de  ye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin