Raporek ji rewşa Mistefa Husênpûr girtiyê siyasî yê Kurd di girtîgeha Nexedê de

17 May 2024 12:19

Hengaw; Înê 17ê Gulana 2024an

Mistefa Husênpûr, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Nexedê ku li naverasta sala borî hatibû girtin û bi 5 sal û 6 meh girtîgehê hatibû sizadan, niha di girtîgeha navendî ya bajarê Nexedê de tê ragirtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mistefa Husênpûr welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Nexedê yê temen 26 salî dema ku hatibû girtin ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Nexedê ve bi 5 sal û 6 meh girtîgehê hatibû sizadan. 

Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata vî girtiyê siyasî, navbirî di dema girtîgeha bajarê Nexedê de ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya Keywan Nobext bi tohmetên wek hewldan bo têkdana ewlehiya netewî, propagende li dijî hikûmetê, endamtî di Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de bi 5 sal û 6 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Navbirî roja Sêşemî 18 Tîrmeha 2023an, ji aliyê hêzên Îtilaata vî bajarî ve hate girtin û piştî hefteyekê ji bo girtîgeha navendî ya bajarê Nexedê hate veguhasten.
 
Tevî derbasbûna 11 meh ji binçavkirina navbirî tenê du caran ji bo mirexesiyê hatiye şandin û niha bi destûra Îtilaata Spaha Pasdaran ji mafê mirexesiyê hatiye bêparkirin.

Hengawê berê derheq vî girtiyê dabû zanîn ku navbirî ji ber çalakî û berteknîşandan di nav torên civakî de, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibû girtin û ji mafê parêzer hatibû bêparkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin