Girtîgeha Nexedê; Husên Burke bi girtîgeh û dûrxistinê hate sizadan

19 April 2024 23:02

Hengaw; Înê 19ê Nîsana 2024an

Husên Burke, welatiyê Kurd yê xelkê Pîranşarê ku Payîza sala borî hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 42 meh girtîgeh û salek dûrxistin bo girtîgeha Urmiyê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Husên Burke yê welatiyê Kurd yê xelkê gundê Suxanlû yê ser bi Pîranşarê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mihabadê ve bi 3 sal û 6 meh girtîgehê û yek sal dûrxîstin bo gertîgeha Urmiyê hate sizadan. 

Sizayê hanê bi tohmeta endametî û hevkarîkirin digel Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hatiye danê û bi awayekî fermî di çend rojên borî de bi navbirî re li girtîgeha Nexedê hate ragihandin.

Husên Burke roja Duşemî 23ê Cotmeha 2023an, piştî gazîkirin bo Dadgeha Pîranşarê hatibû girtin û ji bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin; navbirî herwiha 15ê Îlona heman salê hatibû girtin û piştî du heftiyan hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin