Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyê
Hengaw; Duşemî 23ê Kanûna 2024an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Luqman Eqdemîniya yê naskirî bi "Luqman Şenge" ê xelkê Nexedê ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 23ê Kanûna 2024an, sizayê darvekrina girtiyekî Kurd ê bi navê Luqman Şenge yê temen 45 salî û xelkê Nexedê li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev girtiye di girtîgeha navendî ya Nexedê de bûye û du roj berî niha ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, navbirî ji 6 sal berî niha ve bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî jî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.