Welatiyekî Belûç li ser rêya Xaşê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate kuştin

13 January 2025 18:28

Hengaw; Duşemî 13ê Çileya 2025an

Welatiyekî Belûç ê bi navê Arif Kurd, xelkê bajarê Xaşê yê girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, li rêya Cûjek bo Xaşê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 11ê êvareya roja Yekşemî 12ê Çileya 2025an, Arif Kurd ê temen 35 salî û xelkê gundê “Girek” yê ser bi bajarokê Sengan ê ser bi Xaşê, li rêya Cûjik bo Xaşê bi gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmetê hate kuştin.

Pêka gotina çavkaniyên agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê maşîna Pêjo a 405 a vî hevwelatiyê dane ber gulleyan ku maşîna navbirî ji aliyê maşîneke dinê ve di halê rakêşanê de bûye. 

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Arif Kurd xîzandar û bavê sê zarokan bûye ku rastî çend gulleyan hatiye û piştî vê ku bo navendên pizîşkî hatiye veguhastin canê xwe ji dest daye. Termê navbirî heta dema belavbûna vê nûçeyê radestî malbata wî nehatiye kirin.

Pêka belge û amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tenê di 12 rojên destpêka sala 2025an de, herî kêm şeş hevwelatiyên Belûç li bajarên Sehlabad, Rûdbara Başûr, Mîrcawe, Gulşen û Xaş li parêzgeha Sîstan û Belûçistan, Xurasana Başûr û Kirmanê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê  hatine  kuştin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin