Pîranşar; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Îbrahîm Resûliyanpûr

14 January 2025 18:07

Hengaw; Sêşemî 14ê Çileya 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Pîranşarê yê bi navê Îbrahîm Resûliyanpûr, ji nêzî 20 roj berî niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û herwisa di girtîgehê de çarenivîsa wî  nexuya ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Îbrahîm Resûliyanpûr ê temen 45 salî û xelkê gundê "Geplesen" ê ser bi bajarê Pîranşarê herwisa di girtîgeha navendî ya Nexedê de qedera wî nediyar e.

Li gorî çavkaniyeke nêzî malabta vî girtiyê siyasî, navbirî piştî binçavkirinê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve ji bajarê Pîranşarê bo girtîgeha vê saziyê li Urmiyê hatiye veguhastin.

Îbrahîm Resûliyanpûr, roja Pêncşemî 26ê Kanûna 2024an hatibû girtin û roja 9ê Çileya 2025an ji odeya takekesî ya îdareya Îtilaata Urmiyê bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatibû veguhastin.

Tevî derbasbûna 19 roj ji binçavkirina navbirî, heya niha rewşa dosyeya wî nexuya ye û ji tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin, ti zanyariyek li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin