Ferhad Mînberî ji aliyê hêzên ewlehî ve li Sinê hate girtin

14 January 2025 19:47

Hengaw; Sêşemî 14ê Çileya 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Sinê yê bi navê Ferhad Mînberî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 13ê Çileya 2025an, Ferhad Mînberî yê temen 32 salî û xelkê gundê “Nîyer” ê ser bi bajarê Sinê, bi êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê li meydana Îqbal a vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ev welatiyê Kurd bê bi nîşandana her cure belgeyeke dadwerî binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin