Du welatiyên Kurd li Nexedê bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

15 January 2025 17:45

Hengaw; Çarşemî 15ê Çileya 2025an

Du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Nexedê yên bi navên Celal Mihemedî û Xalid Mihemedî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî hovane hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 13ê Çileya 2025an, Celal û Xalid Mihemedî, welatiyên Kurd ên xelkê Nexedê hatine girtin. 

Ev du welatiyên Kurd ku pismamê hevdu ne bi awayekî tundûtîjî û bi tirsandinê di malên xwe de li Nexedê hatine binçavkirin.

Celal Mihemedî û Xalid Mihemedî piştî lêdan û kutanê li ber çavê endamên malbatên xwe, ji aliyê hêzên ewlehî ve bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van du welatiyên Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin