Rewanser; Raporek derheq girtin û nexuyabûna çarenivîsa Şahîn Elîpûr

15 January 2025 17:55

Hengaw; Çarşemî 15ê Çileya 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Rewaserê yê bi navê Şahîn Elîpûr, sê roj berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta niha ti zanyariyek ji qedera wî ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 15ê Çileya 2025an, Şahîn Elîpûr ê temen 21 salî û xelkê bajarê Rewanser ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, bi êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wî li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, tevî derbasbûna sê roj ji binçavkirina Şahîn Elîpûr, lipeyketinên malbata navbirî derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa wî heta niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin