Sine; Seywan Xefûrî ji aliyê hêzên ewlehî ve bi awayekî tûndûtîjî hate binçavkirin
Hengaw; Pêncşemî 16ê Çileya 2025an
Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Dîwandere yê bi navê Seywan Xefûrî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî hovane li bajarê Sinê hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 13ê Çileya 2025an, Seywan Xefûrî yê xelkê gundê “Qucer” yê ser bi bajarê Dîwandere û rûniştiyê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar a nêzî malbata Seywan Xefûrî, navbirî bi awayekî tundûtîjî li yek ji şeqamên bajarê Sinê hatiye binçavkirin û ev yeka bûye sedema nîgeraniya micid li derheq rewşa tendirustiya navbirî.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên binçavkirin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.