Pawe; Rêgirîkirina saziyên ewlehî ji birêveçûna rêûresma sersaxiyê ya Dr. Hêriş Qadirî

16 January 2025 18:31

Hengaw; Pêncşemî 16ê Çileya 2025an

Saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Pawê rê nedan ku rêûresma sersaxiyê Dr. Zekeriya (Hêriş) Qadirî yê lêkolerê navdar ê Kurd ji aliyê malbata navbirî ve were lidarxistin. Zekeriya Qadirî çend sal berî niha ji ber zextên saziyên ewlehî neçar mabû ku warê xwe bi cih bihêle.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 15ê Çileya 2025an, saziyên hikûmetî bi hevkarî digel Mela Qadir Qadirî, pêşnimêjê Mizgefta Pawê û nûnerê taybet ê Elî Xamineyî li vî bajarî, rê li ber lidarxistina rêûresma sersaxiyê ya Dr. Zekeriya Qadirî yê lêkolerê Kurd li Mizgefa vî bajarî girtin.

Dr. Zekeriya Qadirî, lêkolerê penaber ê Kurd roja Înê 10ê Çileya 2025an, li welatê Almanê di bûyereke hatinûçûnê de jiyana xwe ji dest da.

Ev lêkolerê çalak di warên dîrokî û felsefeya siyasî de pirtûka “Mijyê Siyasî yê Îranê û Nasnamexwaziya Kurdan” li pey xwe I cih hişt.

Herwisa navbirî nivîskarê gotarên girîng ên bi navên "Rexnekirina Dîskursa Modernîteyê di Hizra Foko de" û "Teolojiya Siyasî ya Zerdeşt û Dijberiyên Dualî" bûye.

Dr. Zekeriya Qadirî yê xelkê Pawê, sala 2016an piştî belavkirina mijareke rexneyî li ser “Îslam”ê di kovara “Zirêbar” de, ji aliyê saziyên ewlehî ve rastî zext û givaşan hatibû û neçar mabû ku welat bi cih bihêle. Navbirî destpêkê di Herêma Kurdistanê de bû û piştre wekî penaber ber bi Almanyayê ve çû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin