Nexede; Eyûb Armend ê welatiyê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin
Hengaw; Pêncşemî 16ê Çileya 2025an
Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Nexede yê bi navê Eyûb Armend, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî bi awayekî tundûtîjî hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 16ê Çileya 2025an, Eyûb Armend ê welatiyê Kurd ê temen 35 salî û xelkê bajarê Nexedê, bi êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. Ev welatiyê Kurd xîzandar û bavê du zarokan e.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî Eyûb Armend bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane û bi lêdan û kutanê binçav kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.