Îdrîs Hacî Resûlpûr ji endamê malbatên dadxwaz ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin
Hengaw; Pêncşemî 16ê Çileya 2025an
Îdrîs Hacî Resûlpûr ji endamê malbatên dadxwaz û birayê Mihemed Hacî Resûlpûr ji canjidestdayiyê tevgera Jin Jiyan Azadî yê xelkê Bokanê, bo birêvebirina sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgehê hate veguhsatin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Roja Pêncşemî 16ê Çileya 2025an, Îdrîs Hacî Resûlpûr ê xelkê gundê "Alîkend" ê ser bi bajarê Bokanê û birayê Mihemed Hacî Resûlpûr, ji bo birêvebirina sizayê 3 meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Bokanê hate veguhsatin.
Îdrîs Hacî Resûlpûr berê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Du ya Bokanê ve, bi tohmeta “propagendekirin li dijî Komara Îslamî ya Îranê” sê meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.
Ev endamê malabta dadxwaz li rêkefta 9ê Gulana 2024an, li encama êrîşa hêzên Îtilaatê bo ser mala malbatî ya wî, ji ber beşdarîkirin di rêûresmên Newrozê de li Kurdistanê hetibû girtin.
Îdrîs Hacî Resûlpûr piştî midehekê di dawaiyê de bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dema birêveçûna dadgehê hatibû berdan.
Mihemed Hacî Resûlpûr ê 57 salî û girtiyê siyasî yê berê yê xelkê Bokanê, roja Duşemî 19ê Kanûna 2022an, piştî 5 roj di komayê de li nexweşxaneya “Qûlîpûr” a Bokanê ji ber îşkencekirin di girtîgehên ewlehî de canê xwe ji dest da.
Hengawê dabû zanîn ku, saziyên ewlehî tevî îşkencekirina tund bo heyama sê hefteyan ji dana avê bi navbirî re xwe dûr girtibûn û ji berê vê yekê ketibû komayê.