Sine; Hesen Emînî ji endamê malbatên dadxwaz hate girtin

22 July 2024 17:59

Hengaw; Duşemî 22ê Tîrmeha 2024an

Hesen Emînî ji endamê malbatên dadxwaz û birayê Mihemed yek ji canjidestdayiyên tevgera Jin Jiyan Azadî yê xelkê bajarê Sinê ku beriya niha bi girtin û lêdana qemçiyan hatibû sizadan, ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhastin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 21ê Tîrmeha 2024an, Hesen Emînî yê xelkê Sinê û endamê malbatên dadxwaz piştî ku ji bo Birêveberiya Sizayan a vî bajarî hate gazîkirin, li wir hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Sineyê hate veguhastin.

Beriya niha navbirî ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferiya Du a Bokanê ve bi tohmeta têkdana asayişa giştî bi 6 meh û nîv sizayê girtîgehê û bi lêdana 40 derbeyên qamçiyan hatibû sizadan. 

Hesen Emînî êvareya roja Înê 9ê Hezîrana 2023an, li gel komek malbatên dadxwaz ên Sine, Dêwulan û Dîwandere di dema salvegera canjidestdayiyên berxwederên gel ên bajarên Seqiz û Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û bo girtîgeha navendî ya Bokanê hatibû veguhastin.

Navbirî piştî hefteyekê di dawiyê de bi danîna barimteyê heta dawî qonaxên dadgehê ji girîgeha navendî ya Bokanê hatibû berdan.

Ev girtiyê Kurd di dema girtîgehê de ji mafên xwe yên here sereke wek hevdîtin bi malbata xwe re û destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin.

Birayê Hesen Emînî yê bi navê Mihemed Emînî yê rûnişiyê taxa Teqteqan ya bajarê Sine, roja 8ê Cotmeha 2022an, bi gulleyên rasterast ên hêzên hikûmetî jiyana xwe ji dest dabû.


Di vî warî de zêde bixwînin