Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Xuremavayê

16 January 2025 20:24

Hengaw; Pêncşemî 16ê Çileya 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Saman Dawudiyan ê xelkê Xuremavayê ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Xuremavayê (girtîgeha Parsîlonê) hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 16ê Çileya 2025an, sizayê darvekirina Saman Dawudiyan ê welatiyê Kurd û ji tayfeya Hesenwend a Xuremavayê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê temen 33 salî, sê sal barî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan. Navbirî roja borî ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin