Pîranşar; Ehed Mehmûd Hesen ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin
Hengaw; Duşemî 23ê Kanûna 2024an
Ehed Mehmûd Hesen (Hevtewane), welatiyê Kurd û xelkê Pîranşarê bo birêvebirina sizayê du sal girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 21ê Kanûna 2024an, Ehed Mehmûd Hesen ê welatiyê xelkê gundê "Kêle Sîpan" ê ser bi bajarê Pîranşare ji bo birêvebirina sizayê du sal girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev welatiye di vê dawiyê de ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi serokatiya dadwer "Mehmûdî" bi tohmeta "endametî li Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê" bi du sal girtîgehê hatibû sizadan.
Ehed Mehmûd Hesen sê sal berê jî, ji aliyê Dadgeha Keyferî ya Pîranşarê ve bi heman tohmetê sizayê şeş meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.
Ev welatiye 4ê Gulana 2020an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û piştî 40 roj ji binçavkirinê bi danîna barimteya 400 milyon Tumenî û bi awayekî demkî hatibû berdan.
Hêjayî gotinê ye ku, ev girtiyê siyasî 30 rojên destpêka girtina xwe li odeya takekesî û bi bê mafê hevdîtin digel malbata xwe û destpêregihîştin bi parêzer derbas kiribû.