Girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Sinê hate darvekirin
Hengaw; Pêncşemî 16ê Çileya 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Seywan Yeiqûbî yê xelkê bajarê Sewlavayê ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Sinê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 16ê Çileya 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Seywan Yeiqûbî yê temen 36 salî û xelkê gundê “Bêsaran” ê ser bi bajarê Sewlavayê li girtîgeha navendî ya Sinê hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Seywan Yeiqûbî sê sal barî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.