Merîwan; Girtina Karwan Kesrayî ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hengaw; Pêncşemî 16ê Çileya 2025an
Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Karwan Kesrayî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 15ê Çileya 2025an, Karwan Kesrayî yê temen 28 salî û xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve li cihê karê xwe û bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata Karwan Kesrayî derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa navbirî bê encam maye û saziyên ewlehî di vê derbarê de xwe ji dana her cure bersiveke rohn dûr digirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.